Biryara nû ya YSKê ji bo 32 parêzgehan!
PeyamaKurd – Li gorî biryara YSKê ya ji bo hilbijartinên herêmî yên di 31ê Adara 2024an de bên kirin, li 32 parêzgehan saetên dengdanê di navbera 07.00-16.00an de hat ragihandin.
Hin biryarên Lijneya Hilbijartinê ya Bilind (YSK) yên derbarê Hilbijartina Giştî ya Rêveberiya Herêmî ya ku dê di 31ê Adara 2024an de bê kirin parve kir.
Di biryarê de wiha hat gotin: "Li gelemperiya welêt an jî li navçeyên hilbijartinê yên ku pêwîstî pê tên dîtin, li gor taybetiyên demsalî û herêmê û şert û mercên çûnûhatinê, bi şertê ku dem bê parastin, wê dema dengdayînê ya destpêk û dawiya dengdanê bê diyarkirin. Tê gotin ku "dibe ku ji aliyê Lijneya Bilind a Hilbijartinê ve were diyarkirin, bi şertê ku herî kêm hefteyek beriya roja hilbijartinê bê ragihandin."
Di çarçoveya van xalan de ji bo hilbijartinên herêmî yên ku di 31ê Adarê de ji aliyê Serokatiya YSKê ve tên lidarxistin de li hin parêzgehan saetên dengdanê hatin guhertin.
Li gorî nirxandinên derbarê dema hilhatin û avabûna rojê de li parêzgehên Semsûr, Agirî, Artvîn, Çewlig, Bedlîs, Diyarbekir, Elezîz, Erzîngan, Erzirom, Dîlok, Gîresûn, Gumuşhane, Colemêrg, Qers, Meletî, Mereş, Mêrdîn, Mûş, Sêrt, Rîze, Sêwas, Trabzon, Dêrsim, Riha, Wan, Bayburt, Batman, Şirnex, Erdexan, Îdir û Kilîsê saetên destpêk û bidawîbûna dengdayînê weke saet 07.00-16.00an hatin guhertin.
Li parêzgehên din saetên destpêk û dawiya dengdanê weke saet 08.00-17.00an hat tomarkirin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin