YSKê biryara xwe eskere kir! Dengên Înce wê derbasdar bin?

13 May 2023 15:30 0 dîtin
YSKê biryara xwe eskere kir! Dengên Înce wê derbasdar bin?

PeyamaKurd – Hat ragihandin ku Lijneya Hilbijartinê ya Bilind (YSK) biryar daye dengên ku dane Muharrem Înce yê ku ji namzetiya serokomariyê vekişiyaye, derbasdar be.

Hat ragihandin ku YSKê biryar da ku dengên ji bo Muharrem Înce ê ku vekişîna xwe ya ji hilbijartinên Serokkomariyê ragihandibû û serlêdana fermî kiribû derbasdar be.

Alîkarê Serokê Giştî yê CHPê Muharrem Erkek biryara YSKê eşkere kir.

Erkek ragihand, YSKê bi yekdengî biryar da ku dengên Muharrem Înce derbasdar bên dîtin.

Lê Erkek da zanîn ku her çend ev deng derbasdar bên dîtin jî wê ti bandorê li hilbijartina Muharrem Înce neke.