HILBIJARTIN-TIRKIYE | YSKê dengên derve yên rojekê eskere kir
PeyamaKurd - Desteya Bilind a Hilbijartinên Tirkiyê (YSK) dengên derve yên roja yekem bo hilbijartina 28ê Gulanê ya serokomariya Tirkiyeyê eşkere kir.
YSKê ragihand ku heta niha li nûnertiyên Tirkiyê yên derve 452 hezar û 257 kesan, li deriyên sînorî jî 19 hezar û 477 kesan û bi giştî 471 hezar û 734 kesan dengên xwe dane.
Li gorî biryara YSKê dengdana li derveyî welat ji 20ê Gulanê heta 24ê Gulanê û li deriyên sînor jî heta 28ê Gulanê demjimêr 17:00an dewam dike.
Hilbijartina gera duyem a serokomariya Tirkiyeyê 28ê Gulanê tê kirin ku Recep Tayyipa Erdogan û Kemal Kilicdaroglu di pêşbirkê de ne.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin