HILBIJARTIN - Tirkiye | YSKê ji bo diyarkirina komîsyonên hilbijartinê dem da
PeyamaKurd – Desteya Bilind a Hilbijartinên Tirkiyê (YSK) tevî salek zêdetir ji hilbijartinên 23yê Hezîranê yên 2023yan re maye, xebatên xwe yên bo hilbijartinê dan destpêkirin.
YSKê bi biryareke nû ragihand ku serokên şaxên komisyona hilbijartinê yên bajar û navçeyan li Tirkiyeyê û Bakurê Kurdistanê heta 6ê Tîrmeha 2022ê ji nû ve werin diyarkirin.
Serokatiya Desteya Bilind a Hilbijartinê ya Tirkiyê, di biryara ku di rojnameya fermî de hatiye belavkirin de, ji bo komisyonên hilbijartinê bên avakirin dem diyar kiriye û gotiye:
“Serok û endamên komisyonên hilbijartinê yên bajar û navçeyan û serokê komisyonên hilbijartinê yên bajarên li derveyî welat; li gorî qanûna 298 û xalên 15-18 li gorî rêbazên hatine destnîşankirin li ser bingeha hişyariyên maddeya 24ê, heta 6ê Tîrmeha 2022ê bo ji nû ve werin destnîşankirin bi beşdariya hemû dengan hatiye qebûlkirin.”
Hêjayî gotinê ye, ligel bangên partiyên opozîsyonê yên CHP, IYIP û HDPê partiyên Tifaqa Cumhur ên deshilatdar AKP û MHP hilbijartinên pêşwext heta niha red dikin, lê li ser vê biryara YSKê ya lezandina amadekariyên hilbijartinê tê gotin ku deshilatdarî dixwaze biryara hilbijartineke nişka ve bide ku ew jî di nav 60 rojan de divê bê encamdan.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin