Tirkiye I YSKê ji bo hilbijartinê dest bi amadekarîyê kir

06 March 2022 19:34 0 dîtin
Tirkiye I YSKê ji bo hilbijartinê dest bi amadekarîyê kir

PeyamaKurd – Li gorî çavkaniyên medya Tirk, Desteya Bilind a Hilbijartinên Tirkiyê (YSK) ji bo hilbijartên Tirkiyê dest bi amadekariyan kir.

Li gorî zanyariyan, heger heta 2023yan ango hilbijartinên giştî yên seroktî û parlamentoya Tirkiyê ti biryareke din bo hilbijartinên pêşwext neyê wergirtin jî amadekarîyên hilbijartinê ji aliyê YSKê ve hatine destpêkirin.

Rojnamevana Tirk Nuray Babacan li ser mijarê nûçeyek li ser rojnameya Hurriyetê belav kiriye ku tê de dibêje, li demeke ku li parlamentoyê guhertinên yasaya hilbijartinê têne gotûbêjkirin, YSKê ji bo dabînkirina kaxez, murekeb û ewlekariya sîber bo parastina daneyên hilbijartinê dest bi xebatê kiriye.

YSKê li ser pirsa rojnamevana Tirk a derbarê ‘Ma ne zû ye ji bo wan amadekariyan?’ jî bersiv daye û gotiye, “Me xwest beriya bihayê kazexan zêde bibe stokên xwe temam bikin.”