Tirkiye: Di hilbijartinan de dê 113 hezar Sûriyeyî, dengên xwe bi kar bînin
PeyamaKurd-Îdareya Koçberiyê ya Tirkiyeyê, daneyên penaberên Sûriyeyî yên ku dê bikaribin di hilbijartinan de dengên xwe bi kar bînin, eşkere kirin. Hat ragihandin ku di nav penaberan de 113 hezar kes, ji bo dengdayînê guncav in.
Li gorî ragihandina Îdareya Koçberiyê, di hilbijartinên ku dê li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê bên kirin de ew ê 113 hezar Sûriyeyî dengên xwe bi kar bînin. Hat eşkerekirin ku 200 hezar û 950 penaberên Sûriyeyê, welatiyên Tirkiyeyê ne û ji van jî tenê 113 hezar û 654 kes kamil in ango di seriya 18 saliya xwe de ne. Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku dê bandoreke berbiçav a van dengan, li hilbijartinan nebe.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin