NY: 2 hezar Sûriyeyî vegeriyane, rêjeya yên dixwazin vegerin zêde bûye
PeyamaKurd - Komîserê Bilind ê Karûbarên Penaberan di Neteweyên Yekbûyî de, Filippo Grandî di serdana xwe Şamê ragihand ku ji sedî 30yê penaberên Sûriyeyî dixwazin vegerin welatê xwe.
Komîserê Bilind ê Kar û Barên Penaberan ê Neteweyên Yekbûyî (UNHCR) Filippo Grandî, doh 25ê Çile serdana Sûriyeyê kir.
Filippo Grandî ragihand ku berî ketina rejîma Beşar Esed, Sûriyeyiyan nedixwest vegerin welatê xwe lê piştî wê rêje bilind bûye û gihîştiye ji sedî 30yî.
Grandî piştî civîna li gel Serokê rêvebiriya nû ya Sûriyeyê Ehmed Şera got: “Rêjeya Sûriyeyiyên ku dixwestin vegerin nêzîkî ji sedî sifirê bû lê di nava çend hefteyan de, niha ev rêje bilind bûye û gihîştiye ji sedî 30yî.”
Filippo Grandî diyar kir ku piştî rûxîna rejîmê, nêzîkî 200 hezar Sûriyeyî vegeriyane ku piraniya wan ji welatên cîranê Sûriyeyê ne.
Grandî bal kişand ser rakirina cezayên li ser Sûriyeyê ji aliyê welatên Rojavayî ve û got, “Ew ceza ji bo rewşeke din bûn lê niha divê nirxandin ji bo wan were kirin, bi hêviya ku werin rakirin. Ji ber ku ew ceza niha astengiyeke mezin in ji bo vegera penaberan. Eger ceza werin rakirin, dê rewşa welêt baştir bibe û xelk bixwaze vegere. Dê bibe faktoreke din ji bo ku xelk were teşwîqkirin.”
Tê çaverêkirin, roja duşemê 27ê Çile wezîrên derve yên welatên endamên Yekîtiya Ewropayê li Brukselê li ser mijara cezayên ser Sûriyeyê bicivin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin