Di mehekê de 16 hezar û 500 Sûriyeyî pas de hatin sandin
PeyamaKurd – Vegera Sûriyeyiyên ku li Tirkiyeyê di bin parastina demkî de ne bo welatê xwe dewam dike. Zêdetirî 16 hezar Sûriyeyiyên ku dema parastina wan ya demkî qediya bû û mafê wan ê îqametê tune bû, di meha dawî de hatin şandin.
Hat ragihandin ku di meha Hezîranê de 16 hezar û 500 Sûriyeyiyên di bin Parastina Demkî de "Bi dilxwazî" ji 4 deriyên sînor ên di bin kontrola hêzên muxalîf ên ku Tirkiye piştgiriya wan dike re derbasî Sûriyeyê bûne.
Li gorî agahiyên çavkaniyên muxalif ên Sûriyeyê ku di çapemeniyê de cih girtine, hat ragihandin ku 16 hezar û 500 Sûriyeyiyên ku di meha Hezîranê de xebatên vegerandina wan bi dawî bûne, ji 4 deriyên sînor re şandin herêmên Mertalê Firatê, Çiqlê Zeytûnê û Kaniya Aştiyê.
Ew paş de hatin şandin ku qet venegerin
Koçberên Sûriyeyî yên ku belgeyên wan temam bûn û şopa tiliyên wan ji bo careke din venegerin, radestî hêzên muxalîf ên ku Tirkiye piştgiriya wan dike hatin kirin û pêvajoya vegera wan bi dawî bû.
Hat ragihandin ku Sûriyeyiyên ku di meha dawî de hatin şandin li bajarên Îdlib, Ezaz, Tel Abyad û Ras el-Eynê hatin bicihkirin.
Çalakvanên Sûrî li dij derdikevin
Çalakvanên opozîsyona Sûriyê îdia dikin ku Tirkiye bi darê zorê welatiyên Sûriyê vedigerîne û li dijî vê yekê derdikevin. Çalakvan bang li civaka navneteweyî jî dikin û daxwaz dikin ku piştî ku pirsgirêkên weke ewlekarî û çareseriyê hatin çareserkirin, pêvajoya vegerê di çarçoveya biryarên Neteweyên Yekbûyî de bê meşandin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin