Hulusi Akar: 42 hezar Sûriyeyî bi dilxwazî vegeriyan
PeyamaKurd – Wezîrê Berevaniya Tirkiyeyê Hulusî Akar, li Navenda Kordnînasyonê ya Afetê ya bajarê Hatayê ragihand ku 40-42 hezar penaberên Sûriyê piştî erdhejê vegeriyane welatê xwe.
Akar got: “Ji Sûriyê ve ti koçek û hatineke nav Tirkiyeyê ne mijara gotinê ye. Berevajî wê bi qasî 40-42 hezar Sûriyiyên hatine li Tirkiyeyê bicih bûne, bi dilxwazî û bi awayekî ewle vegeriyane welatê xwe.”
Herwiha Akar li ser rewşa bajarê Hatayê ku di encama erdhejên 6ê Sibatê de wêran bûye jî got ku xebatên lêgerîn û rizgarkirinê bidawî bûne û niha rewş asayî bûye.va

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin