Li Tirkiyeyê 729 hezar Sûriyeyî wenda ne
PeyamaKurd – Hikûmeta Tirkiyeyê ragihandin ku li Tirkiyeyê 729 hezar Sûriyeyî wenda ne.
Wezîrê Navxweyî yê Tirkiyeyê ragihand ku li Tirkiyeyê 3 milyon û 103 hezar Sûriyeyî dijîn û got ku ji van 3 milyon û 103 hezar Sûriyeyiyan 729 hezar ne li navnîşanên xwe ne.
Wezîrê Navxweyî yê Tirkiyeyê Alî Yerlîkaya di bernameyeke televîzyonê de daneyên koçber û penaberên li Tirkiyeyê eşkere kirin.
“Hejmara Sûriyeyiyên li Tirkiyeyê 3 milyon û 103 hezar e”
Alî Yerlîkaya detnîşan kir ku gelek Sûriyeyî li navnîşanên xwe nehatine dîtin û got: “Li Tirkiyeyê bi giştî 4 milyon û 437 hezar koçber dijîn.
Hejmara Sûriyeyiyan 3 milyon û 103 hezar e. Me dît ku 729 hezar ji wan li wan navnîşanan najîn ku divabû li wan bimînin.
Me 90 rojî destûr daye wan û bi zimanên Tirkî, Erebî û Îngilîzî hişyarî ji wan re şandiye.
Piştî 90 rojî em dê du mehên din destûrê bidin wan lê em wê demê hemû xizmetguzariyên wan radiwestînin.”
Opozisyona Tirkiyeyê di raporên xwe de behsa wê yekê dike ku li Tirkiyeyê nêzîkî 10 milyon koçberan hene, lê belê hikûmet wan daneyan qebûl nake.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin