Rûsya: Ukraynayê 52 hezar lesker wenda kir!

18 January 2025 09:06 0 dîtin
Rûsya: Ukraynayê 52 hezar lesker wenda kir!

PeyamaKurd – Wezareta Parastinê ya Rûsyayê îdia kir ku ji sedî 63ê herêma Kurskê ku hin ji wan di meha Tebaxê de bi êrîşeke ji nişka ve ji aliyê artêşa Ukraynayê ve hatibû girtin, ji nû ve hatiye kontrolkirin.

Di daxuyaniya nivîskî ya ku ji aliyê Wezareta Parastinê ya Rûsyayê ve hat dayîn de derbarê pevçûnên ku li herêma Kurskê ya Rûsyayê bi artêşa Ukraynayê re berdewam dikin de îdia hatin kirin.

Di daxuyaniyê de hat îdiakirin ku leşkerên Rûsyayê ji her alî ve êrîşên xwe didomînin, Ukraynayê tevî ku hêza xwe zêde kiriye zerareke mezin dîtiye û ji herêmên dagirkirî vekişiyaye û wiha hat gotin:

“Ji hezar û 268 kîlometre çargoşe xaka ku dijmin li herêma Kurskê dagir kiriye, ji sedî 63,2 801 kîlometreçargoşe hatiye rizgarkirin. Di operasyonên du hefteyên ewil ên Çileyê de, yekîneyên Koma Leşkerî ya Bakur çar cih û warên Îskenderiye, Leonidovo, Russkoye Porechnoye û Kruglenkoye rizgar kirin."

Hat îdiakirin ku artêşa Ukraynayê di meha Çileyê de li herêma Kurskê zêdeyî 5 hezar leşker û zêdeyî 570 yekîneyên leşkerî wenda kirine.

Herwiha hat îdiakirin ku Ukraynayê ji destpêka êrîşa xwe ya 6ê Tebaxê û vir ve di şerê li Kurskê de zêdetirî 52 hezar û 450 leşker, 304 tank, 231 wesayîtên şer ên piyade, 173 wesayîtên zirxî û hezar û 562 wesayîtên şer ên zirxî wenda kirine. Di 6ê Tebaxê de artêşa Ukraynayê sînor derbas kir û li dijî herêma Kurskê ya Rûsyayê êrîşên ji nişka ve pêk anî.