YSKê encamên fermî yên Stenbolê eskere kirin
PeyamaKurd - Desteya Bilind a Hilbijartinên Tirkiyê (YSK) encamên fermî yên teqez nebûyî yên dawî bo Stenbolê eşkere kir.
Li gor YSKê namzedê CHPê Ekrem Îmamoglu 48,79%ê dengan, namzedê AKPê Binalî Yildirim jî 48,50%ê dengên Stenbolê wergirtine.
YSKê ragihand ku Îmamoglu 24 hezar û 408 deng ji hevrikê xwe zêdetir wergirtine.
Hêjayî gotinê ye, 10 milyon û 530 hezar û 963 dengên Stenbolê hene ku niha sedî sedê dengên sindoqan hatine hejmartin û li gor wê jî Îmamoglu 4 milyon û 170 û 116, Yildirim jî 4 milyon û 145 hezar û 708 deng wergirtine.
Herwiha li Stenbolê 319 û 558 deng şewitî ne ku AKP ji bo ew deng ji nû ve bên hejmartin îtirazê dike.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin