YSK encamên fermî 1ê Hezîranê eskere dike
PeyamaKurd – Desteya Bilind a Hilbijartinên Tirkiyeyê (YSK) encamên fermî yên hilibjartina 28ê Gulanê ya gera duyem a serokomariyê, piştî temambûna proseya îtirazan 1ê Hezîranê eşkere dike.
Li gorî encamên nefermî ku serokê YSKê Ahmet Yener ragihandiye, Recep Tayyip Erdogan ji sedî 52.18ê dengan û Kemal Kilicdaroglu jî ji sedê 47.82yê dengan wergirtiye û Erdogan careke din wekî serokomar hatiye hilbijartin.
Li aliyê din li gorî salnameya hilbijartinê ya YSKê, dê dema îtirazên sindoqan îro bidawî bibe û heta demjimêr 23.59an jî bi encam bibin.
Herwiha 30yê Gulanê jî lijneyên hilbijartinan ên navçeyan wê îtirazên li ser yekxistina girteyên sindoqan heta 23.59ê şevê biryarê bidin û proseya yekxistina girteyên sindoqan jî 31ê Gulanê li lijneyên bajaran ên hilbijartinê bidawî dibe.
Wê 1ê Hezîranê jî biryara dawî li ser yekxistina girteyên sindoqan bê dayîn û heman rojê encamên fermî yên hilbijartinê di rojnameya fermî de bê weşandin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin