Yûnanistan jimara balafirên Rafale derdixe 24 an
PeyamaKurd – Serokwezîrê Yûnanistanê Kiryakos Miçotakis berê ji Fransayê 18 balafirên şer yê Rafale kirîbû û niha jimara wan derdixe 24 an.
Miçotakis ragihandina xwe di Fûara Selanîkê ya Navdewletî de kir. Behsa bernama hukumetê ya sala bê kir û bi sala borî re qiyasekî kir. Di axaftina xwe de got ku li hemberê astengiyan sala borî dîplomasiyeka baş meşandine.
Miçotakis her weha behsa krîza ku Kovid-19 bûye sedem kir û ji bo gêncan di kar de bicîh bikin, wê destekê bidin wan. Ji bo karsazan jî ragihand ku eger gêncên ji 29 salan û biçûktir di kar de bicîh bikin wê nîvê mesrefa wan hukumet bide. Ji bo gêncên temenê wan di navbera 15-17 an de be û aşiya xwe ya Kovid-19 ê bikin wê 50 GB înternetê belaş bide wan.
Miçotakis her weha ji bo bacê jî wê destekê bide xelkê ku di nav wan de elektrîk, tenduristî, perwerde û gihandin hene.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin