Zêdetirî du mîlyon Iraqî tevlî serjimêriyê nayên kirin
PeyamaKurd – Rastiya ku zêdetirî du milyon Iraqî li derve dijîn û di serjimêriyê de cih nagirin, pirsek di nav çavdêran de çêkir.
Çavdêr Ehmed Nacî di daxuyaniya xwe ya ji bo K24ê de ragihandiye ku, zêdetirî 2 milyon welatiyên Iraqê li derveyî welat dijîn û divê hikûmet cih bide vê hejmara welatiyên Iraqê jî di serjimêriyê de.
Ehmed Nacî anî ziman ku em ne di salên 1970yî de ne û divê amûrên wekî sarinc û televîzyonên ku îro bi hêsanî tên bidestxistin, neyên pirsîn.
Pisporên berê yên Wezareta Plandanînê tekez dikin ku, sedemên cuda cuda ji bo dûrxistina Iraqiyên li derve ji proseya serjimêriyê hene, ji wan jî lêçûnên darayî yên zêde.
Rêvebirê berê yê serjimêriyê li Wezareta Plandanînê Semir Xzeyir ragihand: “Tecrûbeya me ya berê li ser vê mijarê heye û ji ber dilgiraniya hin welatiyên Iraqê yên li derveyê welat ji bo tomarkirina tomaran, me nekarî encamekê bi dest bixin. Li hemû welatan rewş wiha ye. Ji ber buhabûna yên li derve, serjimêrî tenê li herêmê tê kirin."
Tişta ku di serjimêriyê de girîng e ew e ku zanyariyên bi dest ketine di pêşxistina planên navîn û demdirêj ên ku wê Iraqê ji rastiya wê ya ne aram, bi taybetî di warê aborî de derxînin, bên bikaranîn.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin