Rêxistina Navdewletî ya Koçberiyê: Zêdetirî 58,000 penaberên Iraqî di sert û mercên nebas de dijîn
PeyamaKurd – Rêxistina Navdewletî ya Koçberiyê diyar kiriye, zêdetirî 58,000 penaberên Iraqî ku piranîya wan ji deverên rizgarkirî ne, di şert û mercên nebaş de dijîn, lê ji ber nebûna xizmetguzariyan û bêîstîqrariya ewlehiyê venagerin malên xwe.
Li gor rapirsîneke ku bi 2,697 penaberan re li 18 cihên niştecihbûnê hatiye kirin, nêzîkî milyonek kes li 125 deverên parêzgehên Selahedîn, Enbar û Neynewayê di pênc salên borî de ji ber şer û pevçûnan koçber bûne.
Herwiha di raporê de hat eşkerekirin, binesaziya mirovahî û xizmetguzarî gihîştina lênihêrîna tenduristî, ava vexwarinê, kehrebe û karûbarên qanûnî dihewîne ku rê dide malbatên bêwar ku zarokên xwe li dibistanên seretayî tomar bikin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin