Zanayê olî yê Duhokê ji ber Koronayê koça dawî kir

09 March 2022 14:03 0 dîtin
Zanayê olî yê Duhokê ji ber Koronayê koça dawî kir

PeyamaKurd Zanayê olî yê Duhokê Mela Mistefa Rêkanî, di 75 saliya xwe de, ji ber Koronayê koça dawî kir.

Mistefa Hesen ku weke Mela Mistefa Rêkanî dihat naskirin, îro Çarşembê 9ê Adara 2022an di 75 saliya xwe de, ji ber Koronayê li bajarê Duhokê koça dawî kir.

Mela Mistefa Rêkanî sala 1947an li parêzgeha Duhokê ji dayik bûye, fakulteya Şerîe li Zanîngeha Ezemiye ya Bexdayê qedandiye û ji sala 1974an ve heta berî nexweşiyê li Duhokê pêşnimêjî dikir û gotarên olî dida.

Heta beriya bi Koronayê jî bikeve, Mela Mistefa Rêkanî li Mizgefta Malta ya bajarê Duhokê gotarên olî pêşkêş dikir. Beriya du hefteyan bi nexweşiya Koronayê dikeve û îro 9ê Adara 2022an jî can da.