Duhok | Zanayê olî Mele Ebdulhemîd Ebdulxaliq Rêkanî koça dawî kir
PeyamaKurd – Do şev Mele Ebdulhemîd Ebdulxaliq Rêkanî, di 72 saliya xwe de bi celteya mejî koça dawî kir.
Rêveberê Ewqafa Duhokê Mele Rêber Nêrweyî do şev diyar kiriye: “Mele Ebdulhemîd îşev bi celteya mejî koça dawî kir.”
Kurê Mele Ebdulhemîd, Ebdulmunhim Ebdulhemîd jî daye zanîn: “Bavê min bi celteya mejî can da û cenazeyê wî li goristana Komelgeha Bagêra hat veşartin.”
Mele Ebdulhemîd Rêkanî sala 1949 li gundê Bêzelê li qezaya Amêdiyê ya parêzgeha Duhokê ji dayik bûye, qonaxa lîseyê ya xwendina xwe li Mûsilê qedandiye, her li Mûsilê bûye pêşnimêj û gotarbêj, paşê çûye Bexdayê û di sala 1976an de li fakulteya Şerîe xwendiye û li Bexdayê bûye pêşnimêj û gotarbêjê Mizgefta Fezl li Bexdayê, paşê jî mastera xwe di şerîetê de wergirtiye.
Mele Rêkanî sala 1982 vegeriyaye Kurdistanê û li gundê Suwaretûka bûye pêşnimêj û gotarbêj, paşê di sala 1989an de bûye pêşnimêj û gotarbêjê Mizgefta Mezin a Duhokê. Piştî serhildana sala 1991 li Başûrê Kurdistanê, tevî karê xwe yê meletiyê, li Zanîngeha Duhokê bûbû mamoste.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin