Yekîtiya Zanayên Kurdistanê sizayê îdamê yê bo Mele Mihemed sermezar kir

09 June 2024 08:57 0 dîtin
Yekîtiya Zanayên Kurdistanê sizayê îdamê yê bo Mele Mihemed sermezar kir

PeyamaKurd - Yekîtiya Zanayên Olî yên Kurdistana Îranê, sepandina cezayê darvekirinê bi ser mamostayê Olî Mela Mihemd Xizirnijad de, şermezar kir.

Mamosta Mela Mihemed Xizirnijad ê ji bajarê Bokanê yê Rojhilatê Kurdistanê ye û bi sedema piştevaniya portestoyên “Jin Jiyan Azadî” kiriye hatibû binçavkirinb.

Dadgeha Îranê du roj berê tevî 16 sal cezayê girtîgehê cezayê îdamê li ser wî sepand. Yekîtiya Zanayên Olî yên Kurdistana Îranê li ser vê biryarê daxuyaniyek beklav kir.

Di daxuyaniyê de hate gotin: “Em wek Yekîtiya Zanayên Olî yên Kurdistana Îranê, tevî şermezarkirina sepandina sizayê bidarvekirinê bo ser rêzdar Mamosta Mihemed Xizirnijad, daxwaz ji misilmanên Îran û cîhanê bi taybet xelkê Kurd dikim ku rêgirî ji vê sizaya nedadperwerane û dijminkarane ya komara nezanî û cinayetên axundên wehmî yên wilayeta Feqîh a Îranê bikin û daxwaz ji hemû rêkxiravên mirodost, Hizib û aliyên siyasî û azadîxwaz dikin ku bi hawara Mamosta Mihemed ve herin û dosyeya navbirî li civak û rêkxiravên mafê mirovî de vekin, çimkî bê ti tawanek û bi tenê bi sedema Kurdbûnê, rastî sizayeke wiha nadadperwerane hatiye.”

Li aliyê din Mewlewî Ebdulhemîd ê pêşnimêjîê Mizgefta Mekî ya bajarê Zahidanê jî daxuyaniyek belav kir û sepandina sizayê bidarvekirinê bi ser Mihemed Xizirnijad de bi tundî şermezar kir.