Serok Barzanî: Hêviya serkeftinê ji bo Yekîtiya Zanayên Ola Îslamî ya Kurdistanê dixwazim
PeyamaKurd – Serok Mesûd Barzanî li ser derbasbûna 52 sal ji ser damezrandina Yekîtiya Zanayên Ola Îslamê ya Kurdistanê peyamek belav kir û got, damezrandina Yekîtiya Zanayên Ola Îslamê ya Kurdistanê biryareke girîng û bi bandor bû.
Serok Barzanî di peyama xwe de destnîşan kir: “Bi helkefta derbasbûna pencî û du sal ji ser damezrandina Yekîtiya Zanayên Ola Îslamê ya Kurdistanê, pîrozbahiyeke germ li Serok û Endamên Mekteba Tenfîzî û Encûmena Navendî ya Yekîtiya Zanayan û hemû mamostayên ola pîroz a Îslamê li Kurdistanê dikim.”
Herwiha da zanîn: “Damezrandina Yekîtiya Zanayên Ola Îslamê ya Kurdistanê bi rênîşandan û raspardeya cenabê Barzaniyê Nemir biryareke girîng û karîger bû, ji bo bihêzkirina rola mamostayên olî li Şoreş û xebata gelê me û herwiha belavkirina dîndarî û xwedanasî û kûrtirkirina çanda pêkvejiyan û rûbirûbûna hizra tundrewiyê. Li gel eve de jî rol û qurbanîdana mamosteyan û zanayên mezinên Kurd ên ola Îslamê li pêşxistina nermî û hizra neteweyî û nîştimanperwerî û redkirina jêrdestiyê li dîroka mîlletê me de gelek ber bi çav bûye û bi piştrastiyê ve ew rol li qonaxa niha û paşerojê de jî girîng û bi bandor dimîne.”
Herî dawî Serok Mesûd Barzanî eşkere kir: “Di vê salvegerê de hêviya serkeftinê ji bo Yekîtiya Zanayên Ola Îslamî ya Kurdistanê û hemû mamostayên birêz dixwazim û spasî ked û erkê wan yê pîroz dikim. Xwedayê mezin pişt û penayê me hemû aliyek be.”

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin