Zanîngeha Duhokê Dr. Îsmaîl Besîkcî bi Doktoroya Fexrî xelat kir

22 December 2022 21:33 0 dîtin
Zanîngeha Duhokê Dr. Îsmaîl Besîkcî bi Doktoroya Fexrî xelat kir

 PeyamaKurd – Zanîngeha Duhokê di 30yemîn salvegera damezrandina xwe de, yekem bawernameya Doktoraya Fexrî pêşkeşî civaknasê Tirk ê dostê Kurd Îsmaîl Beşîkcî kir.

Xelata Doktoraya Fexrî ya Zanîngeha Duhokê, bi merasîmeke beşdariya akademîsyen û kesayetên diyar bo Dr. Îsmaîl Beşîkcî hat pêşkeşkirin.

Berdevkê Zanîngeha Duhokê Îsmet Xabûr got, “Ji bo me cihê serbilindiyeke mezin e ku îro 30yemîn salvegera damezrandina zanîngeha me ye, ku bi biryara Serok Barzanî di sala 1992yan de hate damezrandin. Herwaha cihê serbilindiyê ye ku yekem bawernameya Doktoraya Fexrî em dibexşînin ji dostekî Kurdan re ku ew jî Dr. Îsmaîl Beşîkçî ye.”

Îsmet Xabûr bibîr xist ku Dr. Îsmaîl Beşîkcî hem dostê Kurdan e, hem Kurdnas û civaknasekî mezin e û bi berdewamî xizmetên wî ji bo doza gelê Kurdistanê hebûne ku ji ber wê jî zanîngehê guncaw dîtiye yekem bawernameya Doktoraya Fexrî pêşkeşî wî dostê rast ê gelê Kurd bike.