Zavayê Trump bû namzedê Nobela Astiyê

01 February 2021 22:01 0 dîtin
Zavayê Trump bû namzedê Nobela Astiyê

PeyamaKurd – Şêwirmendê Serokê berê yê Amerîkayê Donald Trump ku hevdem zavayê wî ye, Jared Kuşshen û alîgirê wî Avî Berkowitz ji bo Nobela Aştiyê nemzed hatin nîşandan.

Zavayê Trump, Jared Kushner û alîkarê wî Avî Berkowitz, bi sedema rola wan di peymanên aştiyê yên Îsraîlê bi Îmarat, Behreyn, Sûdan û Mexrîbê re ji aliyê profesorê fexrî yê Zanîngeha Harvardê Alan Dershowitz ve bo Nobela Aştiyê hatin destnîşankirin.

​ Kushner li ser namzed nîşandana xwe bo Nobela Aştiyê got ku ew pê serbilind e ku wekî namzed hatiye nîşandan.

Alan Dershowitz herwiha parêzerê Trump bû ku di doza wî ya sala borî ya ezilkirinê de parastina wî kiribû.