Zebarî ji Independent re axivî: Bi çûna Sedam re Sûriyê Beasîyên Iraqê bi çek kirin
PeyamaKurd - Wezîrê Derve yê Iraqê yê berê Hişyar Zêbarî Sûriyê bi piştevanîkirina Beisiyên Iraqî ji bo têkbirina aramî û ewlehiya Iraqê tometbar kir û got: “Ji piştî sala 2003an ve Hikûmeta Sûriyê Beasiyên Iraqê û kesên biyanî biçek kirin ji bo aramiya Iraqê têk bidin.”
Zêbarî di hevpeyvîneke di rojnameya “Independent” çapa Erebî de, sedemên piştperdeyê yên hiştine Hikûmeta Iraqê di serdema Serokwezîrtiya Nûrî Malîkî de pêwendiyên bi Sûriyê bibire, eşkere kir û wiha axivî:
“Piştî çend mehan ji rûxandina rêjîma Sedam Husên, Sûriyan asankarî ji Beisiyên Iraqê re kir û wan dest bi xwerêxistinê kirin. Bê vîza çekdarên biyanî bi riya firokxaneya Şamê ve bi paspostên geştiyarî derbasî Iraqê dibûn.”
Zêbarî got: “Ji ber ku Amerîkiyan peyamên şaş dabûn Sûriyê, ji ber wê jî Sûriyan bilez piştevaniya neyarên Iraqê nû kirin. Piştî çend salan jî me zanî ku Lîwa Asif Şewket li piştî wê biryarê bû.”
Li ser pêwendiyên Iraq û Sûriyê Zêbarî diyar kir: “Hin guhartin di pêwendiyên Iraqa nû bi welatên cîran re çêbûn, lê tenê Sûriyê rijd ma û li rewşa nû ya Iraqê mikur nehat. Di Îlona 2009an de zincîreyeke teqînan li Bexdayê rû dan û yek ji wan Wezareta Derve ya Iraqê armanc girt. Wê demê hikûmeta Iraqê bi hikûmeta Sûriyê re gihîşt bilindtirîn asta girjî û aloziyê, ji ber ku destê Sûriye rasterast li pişt wan teqînan dît û ew pê tometbar kir.”
Zêbarî hûrgiliyên zêdetir eşkere kirin û da zanîn: “Hikûmeta Iraqê wê demê biryar da pêwendiyan bi Sûriyê re bên birîn û biçin Encûmena Asayişa Navdewletî. Wê demê hikûmeta Nûrî Malîkî di destpêka xwe de bû, ew li Sûriyê jiyabû, em jî demekê li Sûriyê bûn û piraniya berpirsên Iraqa nû jî li Sûriyê jiyabûn, ji ber wê me dizanî ku çawa dezgehên îstixbarata Sûriyê kar dikin. Serokwezîr jî tekez kir ku ew teqîn ji aliyê dezgehên îstixbarata Sûriyê ve hatine kirin. Wê demê ez di Encûmena Asayişa Niştimanî de bûm û di civînekê de hat tekezkirin ku Sûriyê li pişt wan êrîşan e, Encûmenê jî biryar da, wek gava yekem Balyozê Iraqê li Sûriyê vekişîne.”
Zêbarî behsa pêwendiyeke telefonî bi Wezîrê Derve yê Sûriyê Welîd Muelim re kir û wiha got:
“Min pêwendî bi Welîd Muelem re kir û min jê re got: Nûçeyeke ne baş heye. Ez hatime erkdarkirin ku Balyozê Iraqê vekişînim, ji ber ku em dibînin hûn di ber van teqînan de berpirsyar in. Muelim got: Pirs gihîştiye vê astê. Min got: Ev biryara hikûmetê ye û ez pêwendiyê bi te re dikim ji bo ku tu agahdar bî. Wî got: Emê jî heman tiştî bikin, lê em careke din balyozê xwe venagerînin heta rêjîm li Iraqê neyê guhartin. Min got: Rêjîm hat guhartin û ti hêzek bikare careke din rêjîmê biguhêre jî nîn e.”

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin