Zêbarî: Tenê rêya çareserkirina aloziyên li Iraqê, diyaloga nistimanî ye

26 August 2022 09:44 0 dîtin
Zêbarî: Tenê rêya çareserkirina aloziyên li Iraqê, diyaloga nistimanî ye

PeyamaKurd – Endamê Mekteba Siyasî ya Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) Hoşyar Zêbarî diyar kir, tenê rêya çareserkirina aloziyên li Iraqê, diyaloga niştimanî ye.

Hoşyar Zêbarî li ser twîtterê da zanîn, ji bo çareserkirina aloziyên li Iraqê, tenê pişta xwe bi diyaloga niştimanî ve girê bidin, lê ev yek pêwîstî bi amadekariyeke giştî û asankariyên cidî heye, da ku hemû aliyên pêwendîdar li hev bicivin, bi taybetî aliyên bibandor di tevgera Sedir de. Eger nebe, her diyalog bê sûd e. Bi kar tê.

Ji bo çareserkirina kêşeya pêkanîna hikûmetê çendîn hewl ji bo komkirina aliyên Şîe yên Iraqê hatine kirin, lê hemû hewildan bê encam mane.