PDK: Nêrîna me ya fermî tenê bi rêya Polîtburoyê û Berdevkê partiyê tê ragihandin

25 June 2023 15:41 0 dîtin
PDK: Nêrîna me ya fermî tenê bi rêya Polîtburoyê û Berdevkê partiyê tê ragihandin

PeyamaKurd - Polîtburoya Partiya Demokratra Kurdistanê (PDK) daxuyanî û nirxandinên bi rêya medyayê yên li ser pêşhatên siyasî û bûyeran ku wekî nêrîna fermî ya PDKê têne belavkirin, daxuyanî da.

Polîtburoya PDKê ragihand, nêrîna fermî ya PDKê li ser bûyeran, tenê bi rêya berdevk û polîtburoyê tê ragihandin, derveyî wê mafê ti kes û organekî din nîne.

Di daxuyaniya Polîtburoya PDKê de hatiye gotin ku ‘ev demeke birêz Îmad Bacelan li gel saziyên ragihandinê gotûbêj û hevpeyvînan dike û gotin û şiroveyên wî wek nêrîna PDKê têne pênase kirin’ û hat diyarkirin; “Lê nêrîna PDKê li ser bûyeran, an jî rol û helsengandina kesayetî û her rewşeke din, ne mafê ti kes û organekî ye, tenê berdevkê fermî yê PDKê û daxuyaniyên polîtburoyê nêrîna fermî ye. Ji ber wê jî herçend navborî derbarê birêz Malîkî de her çi tiştek gotibe ew ne nêrîna partiya me ye û nêrîna wî ya kesî ye.”

Di dewamê de jî hat gotin: “Em ji vê derê daxwaz li saziyên ragihandinê dikin nêrîn û şiroveyên taybet ên şîrovekaran û ragihandkaran wek nêrîna partiya me pênase nekin, divê wek nêrîn û ramanên kesî bên nasandin.”