Îro bi fermî Çarçoveya Hemahengî nêrîna xwe ya ji bo daxwazên Sedir radigihîne

04 August 2022 13:34 0 dîtin
Îro bi fermî Çarçoveya Hemahengî nêrîna xwe ya ji bo daxwazên Sedir radigihîne

PeyamaKurd – Rêveberên Çarçoveya Hemahangî bi daxuyaniyekê diyar kir ku wê di çend saetên pêş de bi fermî bersiva daxwazên Sedir bidin.

Parlamenterê Çarçoveya Hemahengî Êad El Hîlalî îro bi daxuyaniyekê eşkere kir: “Rêber û rêveberên Çarçoveya Hemahengiyê, piştî dûvçûnên li ser daxwazên Muqteda Sedir bi awayekî fermî wê bersiva wan daxwazan bidin.”

Êad El Hîlalî herwiha da zanîn, her biryareke ji aliyê Çarçoveya Hemahengiyê ve bê dayîn nûnertiya hemû aliyên Şîe ya nav Çarçoveya Hemahengiyê dike, ji ber bi yekdengî wê helwêst bê diyarkirin.

Herî dawî diyar kir û got, dibe di çend saetên pêş de bi fermî Çarçoveya Hemahengî nêrîna xwe ya ji bo daxwazên Sedir ragihîne.