Çarçoveya Hemahengî ji bo despêsxeriyeke nû ragihîne dicive

18 April 2022 11:00 0 dîtin
Çarçoveya Hemahengî ji bo despêsxeriyeke nû ragihîne dicive

PeyamaKurd Çarçoveya Hemahengî ji bo despêşxeriyeke nû ragihîne dicive û piştî 2 rojên din jî destpêşxeriyê ji bo Muqteda Sedir dişîne.

Hat zanîn Çarçoveya Hemahengî û Hevpeymanên din wê bicivin ji bo gotûbêjkirina pirsa siyasî ya Iraqê û Çarçoveya Hemahengî, wê destpêşxeriya xwe ya nû ji bo Hevpeymaniya Rizgariya Niştimanî pêşkeş bike. Herwiha piştî 2 rojan jî pêngavên bi kiryar wê bên avêtin.

Hêjayî bibîrxistinê ye, Rêberê Tevgera Sedir Muqteda Sedir 40 roj diyar kiribûn bo Çarçoveya Hemahengî ku hikûmetê pêk bîne, lê rêveberên Çarçoveya Hemahengî ew yek red kirin ku Muqteda Sedir dem ji bo wê pirsê ji wan re diyar bike.