Zekeriya Yapicioglu: Hûn çima aciz dibin ku em çûne Hewlêrê?

15 September 2024 14:08 0 dîtin
Zekeriya Yapicioglu: Hûn çima aciz dibin ku em çûne Hewlêrê?

 PeyamaKurd - Serokê Giştî yê Partiya Doza Azad (HUDA PAR) Zekeriya Yapicioglu, li ser egera çêkirina destûreke nû bo Tirkiyeyê û helwesta partiyên siyasî rexne kir.

Herwiha Yapicioglu li ser rexneyên bo serdana wan a Hewlêrê jî got ku hinek kes û alî ji serdana me ya Hewlêrê aciz in û wiha got: “Hûn me rexne dikin ku em Kurd in lê çûne Melazgirê, ê hûn çima aciz dibin ku em çûne Hewlêrê? Li gorî wan, hemû Kurdên ku serî li ber wan natewînin xayîn in.”

Zekeriya Yapicioglu, di bernameya kanala Rehber TV ya nêzî HÜDA PARê de, got ku ew li dijî Xala 4an a Makezagona Tirkiyeyê ku tê de tê gotin, ‘nabe nîqaş li ser wê xalê bê kirin’.

 Yapicioglu got: “Em li dijî Xala 4an in. Hûn fêhm dikin? Xala 4an îpotekkirina paşeroja nifşên nû ye. Werin em rûnin û xalên din bi hev re binivîsin lê Xala 4an, ne her 4 xalên ewil.”

Serokê Giştî yê HUDA PARê li ser anîna cezayê îdamê jî nêrîna xwe wiha anî ziman: “Di nav sîstema heyî de anîna cezayê îdamê gelekî xeternak e. Niha cezayê îdamê nîne lê bawer bikin ku tiştekî wiha çêbibe dê van cezayan bidin kesên siyasî.”

Serokê Giştî yê HUDA PARê Zekeriya Yapicioglu li ser helwesta partiya xwe ya li hemberî destûra heyî wiha axivî: “Wekî ji ehmeqan re bibêjim min yeko yeko ji wan re got lê israr dikin ku fêhm nekin. Wê demê ez bi şiklê ku ew fêhm bikin bibêjim. Em dibêjin bila xala 4an a Destûrê nebe. Em li dijî Xala 4an in. Hûn fêhm dikin? Xala 4an îpotekkirina paşeroja nifşên nû ye. Werin em rûnin û xalên din bi hev re binivîsin lê Xala 4an, ne her 4 xalên ewil. Em ne behsa her 4 xalên ewil dikin. Mebesta me Xala 4an e. We fêhm kir?”

Hêjayî gotinê ye, Xala 4 an Makezogana Tirkiyeyê dibêje ku her sê xalên ewil naguherin û kes nikare guhertina wan pêşniyar jî bike. Her sê xalên pêşî yên destûrê wiha ne: “nav, şikil, paytext, ziman, yekparçebûn, sirûd û paytext” yek in nayên guhertin.