Zelenkiy: Rûsya santrala nukleerî ji bo terorê bikar tîne!
PeyamaKurd – Serokê Ukraynayê Volodimir Zelenskiy, li ser rewşa santrala herî mezin a Ewropayê ya nukleerî ya li bajarê Zaporijyayê daxuyanî da.
Serokê Ukraynayê Volodomir Zelenskiy diyar kir ku santralê pir ziyan dîtiye û rewşa bajarê Zaporijya jî gelekî xirab bûye.
Herwiha Zelenskiy got: “Mixabin terorîstên Rûsî bûn yekem welatê ku santrala nukleerî ji bo karên terorê bikar anîn. Ev santrala herî mezin a Ewropayê ye û em ê bala cîhanê bikişînin ser da ku dorpêçên nû li ser Rûsyayê bisepînin.”

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin