Rûsya: Santrala Zaporijya ya Nukleerî êdî ya me ye!
PeyamaKurd – Cîgirê Wezîrê Derve yê Rûsyayê Sergey ,Verşînin, ragihand ku santrala Saporijya ya nukleerî bi temamî ketiye kontrola wan û wê ji aliyê Rûsyayê ve bê birêvebirin. Herwiha Serokê Rûsyayê Vladimîr Pûtîn jî belgeya ku Santrala Zaporijya dike milkê Rûsyayê îmze kir.
Santrala Zaporijya ya nukleerî santrala herî mezin a enerjiya atomî ya cîhanê ye ku ji ber êrîşên Rûsyayê yên ser Ukraynayê di bin xeteriyeke mezin de bû.
Sergey Verşînin, ragihand ku santrala Zaporijya jî bi temamî ketiye kontrola wan û Zaporijya di nav erdên Rûsyayê de cî digire ku wê êdî di bin kontrola saziyên wan de kar bike.
Herwiha Verşinin diyar kiriye ku niha ya girîng ew e bombardimanên Ukraynayê li ser Zaporijya dewam dikin.
Santrala Zaporijya, di şerê 7 mehan de yek ji bingeha herî girîng bû ku Rûsyayê êrîşên ser wê herêmê berdewam dikirin û bûbû sedema metirsiyeke mezin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin