NY: Divê dora santrala Zaporijya ya nukleerî ji lesker bê safîkirin

07 September 2022 01:21 0 dîtin
NY: Divê dora santrala Zaporijya ya nukleerî ji lesker bê safîkirin

PeyamaKurd – Sekreterê giştî yê Neteweyên Yekgirtî Antonio Guterres di civîna konseya daîmî ya NY de xwest ku der û dora santrala nukleerî ya Zaporijya ku di nav axa Ûkrayna de ye û di bin destê Rûsya de ye, ji leşkeran bê safîkirin. Endîşe hene ku şerekî di navbera Rûsya Ûkrayna de ku li dora santralê bibe, wê li temamê mirovahiyê bandorê bike. Guterres weha got:

“Di pêngava yekem de divê hêzên Rûsya û Ûraynayê soz bidin ku di seha santralê de an li dora santralê ti xebatekî leşkerî nekin. Divê ev soz ew be ku Rûsya ji santralê vekişe û Ûkrayna soz bide ku hêzên wan nekeve nav santralê.”

Ajansa enerjiya atomî ya navdewletî piştî seredana santralê kiribû, di rapora xwe de xwestibû ku li dora santralê herêmeka ewlehiyê çêbikin û gotibû ku di santrala pêşde xesarekî mezin çêbûye. Di raporê de hatibû gotin ku xebatkarên Ûkrayna santralê birêve dibin lê di bin zor û stresê de ne. Ev weha nameşe û dibe ku bi mirov xetayekî bide kirin.