Li Santrala Nukleerî ya Zaporizhyayê top teqiyan
PeyamaKurd - Hat ragihandin ku artêşa Ûkraynayê li dijî binesaziya Santrala Nukleerî ya Zaporizhyayê bi topan hêriş pêk aniye.
Di daxuyaniya li ser hesabê medyaya civakî ya Santrala Nukleerê ya Zaporizhyayê da hat diyarkirin ku artêşa Ûkraynayê hêrişên xwe yên li dijî santralê didomîne.
Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku hêriş li dijî binesaziya santralê hatiye kirin û wiha hat gotin: "Hêriş li dijî tankên mazotê hatin kirin û bi teqemenî hat xwestin ku teqîn rû bidin."
Di daxuyaniyê de xeteriya hêrişan hate destnîşankirin û hate gotin ku ger guleyên topan li tankan bikevin ev ye wê bibe sedema encamên pir giran."
Santrala Nukleerî ya Zaporizhia ku li başûr-rojhelatê Ûkraynayê ye, santrala herî mezin a Ewropayê ye.
Santrala ku bi tevahî ji 6 reaktorên nukleerî pêk tê, xwedî kapasîteya hilberîna elektrîkê ya 5 hezar û 700 megawatt demjimêrî ye û ji sedî 20 ê elektrîka giştî ya Ûkraynayê hildiberîne.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin