Polonya: Maliyeta santrala nukleerî dê 20 miyar dolar be
PeyamaKurd – Serokwezîrê Polonyayê Mateusz Morawiecki ragihand ku wê santrala yekem ya li Polonyayê ji aliyê şîrketa Amerîkayê Westinghouse de bê avakirin û weha got:
“Wê santral, li bakûrê Polonyayê li ser peravê be û li bajarê Lubiatowo-Kopalino bê ava kirin û hem bihayê avakirina santralê wê li dora 20 milyar dolar be. Heya me vê biryarê da, me xebatekî ji bo 4-5 salan kir. Em ê santralekî dinê jî ava bikin. Divê ne tenê em bi teknolojiyên îsbatkirî lê bi hevkariya îsbatkirî jî bawer bin.”
Morawiecki, ji bo santrala duyem behsa peymana bi Kore ya Başûr re kir û got ku ew amade ne da projeya sêyem çêbikin. Polonya plan dike ku 6 santralan li welatê xwe ava bike û kapasîta wan di navbera 6-9 gigawat be û hiberîna ya yekem wê di navbera 1-1,6 gigawat be. Wê Polonya rekatorên din, ji her 2 salan carekî ava bikin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin