Brîtanya: Hêzên rûsî avahiyên santrala nukleerî kirine çeperên ser!

27 April 2023 20:38 0 dîtin
Brîtanya: Hêzên rûsî avahiyên santrala nukleerî kirine çeperên ser!

PeyamaKurd – Wezareta Berevaniyê ya Brîtanyayê, li ser îstixbarata nûkirî ya bi rêya dîmenên asmanî ragihand ku hêzên rûsî Santrala Nukleerî ya Zaporijya ku di bin kontrola wan de ye, kiriye çepera şer.

Li gorî daxuyaniyê, di dîmenan de xuya dike ku hêzên rûsî avahiyên santralê û banên wan kirine çeperên şer ku ketine pozisyona berevaniyê.

Wezareta Berevaniya Brîtanyayê li ser Twitterê daye xuyakirin, “Rûsya ji Adara 2022yan ve Santrola Zaporijya ya Nukleerî kontrol dike. Lê ev nîşan dide ku avahiyên reaktorê ji bo parastina taktîkî hatine plankirin. Rûsyayê ev çeper ava kirin ji ber ku bi îhtimaleke mezin li bendê ye Ukruya êrîşeke mezin bike. Ger tevgereke leşkerî li derdora Santrola Zaporijya çêbibe, dê ziyanê bigihîne sîstemên ewlehiya santralê.”