Amerîka wê li Polonyayê santrala nukleer enerjiyê ava bike
PeyamaKurd – Şîrketa Amerîkayê ya enerjiyê Westinghouse, wê li Polonya nukleer santralekî ava bike. Avakirin di sala 2026an de destpêdike û plan kirine ku reaktora yekem di sala 2033an de dest bi xebatê bike.
Ragihandin ji aliyê serokwezîrê Polonyayê Mateusz Morawiecki de hat kirin û got ku ji bo avakirinê, Polonya şîrketa bi navê Westinghouse ya Amerîkayê bijartiye. Serokwezîr di ser hesabê xwe yê medya civakî de got:
“Hevkariya xwurt ya Polonya-Amerîkayê garantiya serkeftina hevpariyê ye.”

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin