Di pergala sarbûnê ya Santrala Nukleerê ya Zaporizhyayê de sewat derket
PeyamaKurd – Di pergala sarbûnê ya Santrala Nukleerê ya Zaporizhyayê de şewat derket. Ûkrayna û Rûsyayê hevdu sûcdar kirin. Hat diyarkirin ku li santralê nîşaneyên radyasyonê normal in.
Waliyê Zaporizhia Yevgeniy Balitskiy têkildarî şewata li santralê daxuyaniyeke nivîskî da.
Balitskiy diyar kir ku di encama bombebarana Ûkraynayê ya li ser bajarokê Energodarê de di pergala sarkirinê ya Santrala Nukleerê ya Zaporizhia de şewat derket.
Serokê Ukraynayê Volodymyr Zelenskiy diyar kir ku Rûsyayê agir pêxistiye.
Zelenskiy ragihand ku asta radyasyonê li santrala elektrîkê û bajarê ku lê ye di asta asayî de ye.
Di nûçeyên di çapemeniya Ukraynayê de hat îdiakirin ku hêzên Rûsyayê di nava birca sarkerê ya Santrala Nukleerê ya Zaporizhyayê de komek lastîk şewitandin.
Santrala Nukleerî ya Zaporizhia li başûrê rojhilatê Ukraynayê santrala nukleerî ya herî mezin a Ewropayê ye.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin