Heyeta NY ber bi santrala nukleerî Zaporijyayê derket rê
PeyamaKurd – Heyeta ji pisporên Rêxistina Navdewletî ya Enerjiya Atomî ava ye, ya Neteweyên Yekgirtî ji bo rewşa santrala nukleerî ya Zaporijya di cîh de bibîne derket ser rêya santralê. YA bangekî dinê jî kir ku Rûsya santralê ji leşkeran safî bike. Serpereştê heyetê Rafael Grossi got ku esas karê wan roja pêncşembê destpêdike û behsa zahmetiyên li pêşiya xwe kir û got:
“Ev mîsyonekiye ku hedefa wê berlêgirtina qezayekî nukleeriye û parastina santrala enerjiya nukleerî ya herî mezin ya Awrûpayê ye. Lêkolîn wê çend roj dewam bike û paşî em dikarin tiştekî di derbarê mijarê de bêjin. Rûsya jî baweriyê da me ku em 14 kesên di heyetê de karibin karê xwe bikin.”
Heyet, wê lêkolîna di santralê de bike bê di bombardimanan de xesarê daye der û doraxwe an na. Her weha wê xebatkarên Ûkraynî yên di santralê de dixebitin bê şertên wan û yên ku tesîs tê de çiye, vekolin.
Rewşa santralê wê piştî lêkolînên di santralê de derê holê û ji bo raya giştî ragihandin bêkirin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin