"Divê bandora Çînê ya li ser Kanala Panamayê were kêmkirin"

03 February 2025 09:00 0 dîtin
"Divê bandora Çînê ya li ser Kanala Panamayê were kêmkirin"

PeyamaKurd – Wezîrê Derve yê Amerîkayê Marco Rubio got, divê bandora Çînê ya li ser Kanala Panamayê were kêmkirin, yan jî wê "tedbîrên pêwîst" bên girtin.

Li gor daxuyaniya Wezareta Karên Derve ya Amerîkayê, Rubio li paytext Panama Cityê bi Serokomarê Panamayê Jose Raul Mulino û Wezîrê Karên Derve yê Panamayê Javier Martinez-Acha re civiya.

Rubio diyar kir ku Serokê Amerîkayê Donald Trump di wê baweriyê de ye ku bandora Çînê ya li ser kanalê nayê qebûlkirin û heta ku guhertinên lezgîn neyên kirin, wê DYA ji bo parastina mafên xwe yên li gorî peymana bi Panamayê re tedbîrên pêwîst bigire.

Rubio tekez kir ku ev civîn ji bo vejandina pêwendiyên stratejîk ên navbera Amerîka û Panamayê "gaveke girîng" bû û bal kişand ser biryardariya Amerîkayê ya ji bo "ewletir, bihêztir û dewlemendtir"kirina herdu welatan.

Rubio herwiha bal kişand ser girîngiya hewildanên hevkariyê ji bo bidawîkirina qeyrana koçberiya neqanûnî.