Zelenskî: "Ez pistgiriyê didim mazûvaniya Delhi"

26 August 2024 11:32 0 dîtin
Zelenskî: "Ez pistgiriyê didim mazûvaniya Delhi"

PeyamaKurd – Serokê Ukraynayê Volodymyr Zelenskî ragihand ku danûstandinên bi Tirkiye, Swîsre, Qeter û Erebistana Siûdî re ji bo lûtkeya duyemîn a aştiyê ku ji bo diyarkirina nexşerêya bidawîkirina şerê navbera Rûsya û Ukraynayê bê lidarxistin, berdewam dikin.

Li gorî nûçeyê, Zelenskî ku bi rojnamevanên Hindistanê re hevdîtin pêk anî, diyar kir ku ew ê piştgiriyê bidin Hindistanê ku mazûvaniya duyemîn lûtkeya aştiyê bike.

Ji aliyeke din ve Zelenskî diyar kir ku "Lûtkeya duyemîn li welatekî ku daxuyaniya dawî ya lûtkeya yekem a ku li Swîsreyê pêk hat îmze nekiriye, nayê lidarxistin."

Zelenskî herwiha got, di hevdîtina xwe ya bi Serokwezîrê Hindistanê Narendra Modî re li Kîevê, wan hemû xalên daxuyaniyê û civîna berê ya aştiyê gotûbêj kirine.