Eker: Pistgiriyê didim daxwazên perwerdeya zimanê Kurdî

29 July 2022 18:40 0 dîtin
Eker: Pistgiriyê didim daxwazên perwerdeya zimanê Kurdî

PeyamaKurd - Wezîrê berê yê Çandinî û Ajalvanîyê yê Tirkiyê Mehdî Eker, di civîna rêveber û parlamenterên AK Partiyê yên Diyarbekirê Diyarbekirê de, ragihand ku ew piştevaniyê dide perwerdeya bi zimanê Kurdî.

Mehdî Eker di civînê de got, ew daxwazên ji bo perwerdehî û bipêşxistina zimanê Kurdî dişopînin û piştgriya wan daxwazan dikin.

Eker bal kişand ser ku Kurdî zimanê zikmakî yê wî ye jî û ji Kurdî hez dike û dilxwaz û daxwazkarê zêdekirina derfetên bipêşxistina zimanê Kurdî ye.

Herwiha Eker herwiha behsa xebatên partiya xwe kir û got, li Diyarbekirê kêm zêde 20 hezar karmendên nû bi garantî dest bi kar kirine û dê ji bo bi berdewamî bidestxistina encamên wiha hewldan û xebatên xwe bidomînin.