"Kîjan aliyê Iraqê daxwazên Kurdistanê qebûl bike emê pistgiriyê lê bikin"
PeyamaKurd - Serokê şandeya PDKê Fazil Mîranî got ew aliyê ku daxwazên Kurdistanê cîbicî bike ew dê piştgiriyê lê bikin.
Sekreterê Polîtburoya PDKê Fazil Mîranî ji medyayên Kurdistanê re ragihand: “Biryar bû Nêçîrvan Barzanî çûba serokatiya vê şandê kiriba, lê wisa çêbû ku em hatin Bexdayê.”
Mîranî wiha got: “Em wek PDK heta niha piştgiriyê li aliyekî yan kesekî diyarkirî nakin ku hikûmeta nû ya Iraqê pêk bîne, lê belê em piştgiriyê li wî alî dikin yê ku daxwazên Kurdistanê nas bike û cîbicî bike.”
Fazil Mîranî ragihand: “Aliyên Kurdistanî kesî bersiva PDKê neda ku em bi şandeke Kurdistanî bên Bexdayê, lewma me biryar da ku em bi şandeke PDKê serdana Bexdayê bikin.”
Mîranî ragihand: “Em wek Kurd dixwazin kursiyê serokkomar ji me re be û em kursiyê serokatiya parlamentoyê naxwazin.”

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin