Zelenskiy bang li gelê xwe kir: Ji serê mezin re amade bin!

11 April 2022 14:01 0 dîtin
Zelenskiy bang li gelê xwe kir: Ji serê mezin re amade bin!

PeyamaKurd-Serokê Dewleta Ukraynayê Wolodimir Zelenskiy bi gotarekê bang li welatiyên xwe kir û da zanîn ku Rûsya amadekariya operasyonên mezin dike lê ew amade ne û ew ê bersiva şer bidin.

Zelenskiy di gotara xwe de aşkera kir ku Rûsya dikare bi hejmareke zêde moşek û bombeyan li dijî wan bi kar bîne, lê ew ê jî bê bersiv nemînin. Serokê Ukraynayê got: Di 24ê Sibatê de Rûsyayê bi sê aliyan ve êrîşên bejayî û hewayî be ser Ukraynayê ve hanî û 47 roj in pevçûn didomin. Bi berdewamî got ku Rûsya amadekariya operasyoneke mezin dike da ku li rojhilatê Ukraynayê bide.

Zelenskiy îdiayên Rûsyayê yên di derbarê kuştina sivîlan a seranserê Ukraynayê  de jî red kir û vê yekê wekî nîşaneya lawaziya Rûsyayê pênase kir. Lewra li gorî eşkerekirina Serdozgerê Ukraynayê; ji vekişîna Hêzên Rûsyayê ya ji Kîev û derdora wê bi şûn ve 1222 term hatine dîtin.