Ji bo banga Ocalan li Diyarbekir û Wanê ekranên mezin hatin danîn

27 February 2025 08:52 0 dîtin
Ji bo banga Ocalan li Diyarbekir û Wanê ekranên mezin hatin danîn

PeyamaKurd – Şanda DEM Partiyê îro diçe serdana Abdullah Ocalan û hate ragihandin piştî vegerê wê li Stenbolê daxuyaniyek bê dayîn. Şanda Îmraliyê bang kir ku sibe li meydanên Diyarbekir û Wanê kom bibin.
Hate ragihandin ku wê Stenbolê civîneke rojnamevanî piştî serdanê bê lidarxistin û derbarê hevdîtinê û encamên wê de agahiyên berfireh bên dayîn. 
Herwiha hatiye gotin ku dibe banga Ocalan jî din av wan daxuyaniyan de hebe û ji bo wê jî ekranên mezin li Diyarbekir û Wanê hatine dayîn daku xelk bi zindî temaşe bike.