Zelenskiy: Rûsya jiyana 400 mîlyon mirovên li welatên cûrbecûr xistiye xeterê
PeyamaKurd – Zelenskiy got, "Rûsya jiyana 400 mîlyon mirovên li welatên cûrbecûr yên ku bi hilberên xwarinê yên Ukraynayê ve girêdayî ne xistiye xeterê."
Serokdewletê Ukraynayê Volodymyr Zelenskiy di daxuyaniya xwe ya li ser hesabê xwe yê medyaya civakî de diyar kir, bi Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî (NY) Antonio Guterres re bi telefonê li ser Peymana Korîdora Genimê ya Behra Reş axivîn.
Zelenskiy da zanîn, di hevdîtina bi Guterres re li ser Peymana Korîdora Deryaya Reş axivîn û wiha got: "Rûsya hewl dide ku bazara xurekan a cîhanê bêîstîkrar bike û Ukrayna jiyana 400 mîlyon mirovên li welatên cûrbecûr yên ku bi hilberên xwarinê ve girêdayî ne dixe xeterê."
Zelenskiy eşkere kir, "Pêdivî ye peymana genim bê parastin. Me bi Guterres re li hev kir em bi dewletên berpirsiyar re jî bixebitin da ku ewlehiya xurek û rêyên xwarinê li Deryaya Reş misoger bikin."

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin