Alîkariya Amerîkayê hêj neçûye Ûkraynayê

30 March 2024 23:33 0 dîtin
Alîkariya Amerîkayê hêj neçûye Ûkraynayê

PeyamaKurd – Serokê Ûkraynayê Vladimir Zelenski li ser paketa alîkariyê ya Amerîkayê ku hêj kongra Amerîkayê qebûl nekiriye axifî. Zelenski got ku alîkarî negihê wan dibe ku Ûkrayna mecbûr bimîne vekişe.

Wezîrê berevaniyê yê Amerîkayê Llyod Austin deh roj gotibû ku dahatûya Ûkraynayê û ewlehiya Amerîkayê di talûkê de ye. Zelenski bangî siyasetmedarên Amerîkayê kir û got ku paketa bi 60 milyar dolarî tesdîq nekirine û derengmayîna tesdîqê, li ser Ûkraynayê giran dibe mal û weha got:

“Eger desteka Amerîka nebe, ev tê vateya ku parastina me ya hewayî, fuzeyên me yên Patriotê û xerabkerên pêlan yên alavên elektronîk yên herbê tine ne. Ev tê vateya ku em ê bi gavên biçûk paşde vekişin. Ji bo em paşde neçin, em li rêyekî digerin.”

Zelenski got; eger xetta cephe kurt bikin, dibe Rûsya bikeve bajarên mezin. Kêmasiya fuzeyan bi hilberîna çekên ku ew bi xwe dikin û bi sîtemên hewayî çareser dikin û ev jî têr nake.