Almanya: Em êdî çekan nadin Tirkiyê!

27 July 2020 21:02 0 dîtin
Almanya: Em êdî çekan nadin Tirkiyê!

PeyamaKurd – Wezîrê Derve yê Almanyayê Heiko Maas, ragihand ku êdî ew çekdan nadin Tirkiyê û ji Almanyayê nikarin çekan dabîn bikin.

Heiko Maas ji rojnameya General Anzeiger bersiv daye pirsa; "Gelo çima hikûmeta Alman ji ber destwerdanên Tirkiyê yên li Sûriye û Libyayê bi temamî firotina çekan ranawestîne?”.

Wezîrê Alman li ser vê pirsê diyar kir, "Êdî Tirkiye nikare ji Almanyayê çekan dabîn bike. Gelek daxwazên wan ên standina çekan hatine redkirin. Em tenê berhemên ku hêzên deryayî bikar tînin didin wan.”

Maas herwiha Tirkiye bi tundî rexne kir û got, tiştên ku Tirkiye di şerê Sûriyê de dike nayê qebûlkirin.

Wezîrê Alman di daxuyaniyên xwe de, plana ambargoyê li ser Tirkiyê bo şandina çekan jî eşkere kir.