Ji Almanya helwesta YPG û Rojava: Dayîna çekan bo Tirkiyê tê astengkirin

30 January 2019 10:43 0 dîtin
Ji Almanya helwesta YPG û Rojava: Dayîna çekan bo Tirkiyê tê astengkirin

PeyamaKurd - Parlamentoya Almanyayê li dijî operasyonên Tirkiyê yên li hemberî bakurê Sûriyê (Rojava) û Kurdan projeyasaya astengkirina dayîna çekan pesend kir.

Hikûmeta Almanyayê û kompaniyên çekan diyar kirin ku bi taybet piştî pêvajoya li pey hewla kotedaya 15ê Tîrmeha 2016an û aloziya navbera Tirkiye û hêzên Kurd li Sûriyê, di bersivdana daxwazên çekan ên Tirkiyê de gelekî bi hurî lêkolîn tê kirin.

Dema pêşkeşkirina projeyasayê Partiya Çep a Alman pirsa gelo ew çekên Almanyayê di operasyonên dijî YPGê de di operasyonên bakurê Sûriyê de û li Rojhilatê Firatê tên bikaranîn hat pirsîn.

Li gor nûçeya DWyê ji aliyê hikûmetê ve hat gotin, Hikûmeta Almanyayê dema biryara îxrackirina çekan dide ji bo Tirkiyê, xeteriya bikaranîna çekên Alman li dijî komên Kurd li ber çavan digire.