Amerîkayê ala Rûsyayê anî xwarê!
PeyamaKurd- Qasidiya Rûsyayê ya li Washingtonê daxuyaniyek da û got ku erkdarên Amerîkî ala Rûsyayê ya li Konsulxaneya Seattlê aniye xwarê.
Di daxuyaniyê de hat eşkerekirin ku ev tevgera Amerîkayê, ne li gorî qanûnê ye û divê careke dî ew al were daleqandin. Axa Konsulxaneyê milkê dewleta Rûsyayê ye û ti kes nikare heqaretê li ala Rûsyayê bike.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin