Amerîkayê karwaneke leskerî sand Minbicê
PeyamaKurd – Piştî êrîşa Minbicê ya bi ser hêzên Amerîkî de ku 16ê vê mehê pêk hatibû û 4 leşker û welatiyên Amerîkî jî di nav de 19 kesan can dabû, hêzên Amerîkayê sewqîyateke leşkerê bo Minbicê pêk anîn.
Hat ragihandin ku karwaneke leşkerî ya hêzên Amerîkayê ji ser Başûrê Kurdistanê û parêzgeha Hesekê ve ber bi Minbicê bi rê ketiye.
Hêjayî gotinê ye, her çiqas rêveberiya Amerîkayê biryara vekişandina leşkerên xwe ji Sûriyê wergirtiye jî piştî êrîşa Minbicê dewriyeyen xwe zêde kirine û hewlên bo dabînkirina ewlekariyê zêde dike.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin