Amerîkayê, karwanên nû sandin Hesekê!
PeyamaKurd- Li gorî agahiyên ji Suriyeyê, ji aliyê çavkaniyên herêmî hatin ragihandin; Amerîakyê nêzîkî 100 maşînên leşkerî û lojîstîk şandin baregehên xwe yên li Hesekê.
Di agahiyan de hat destnîşankirin ku artêşa Amerîkayê, karwaneke teqwiyeya leşkerî û lojîstîk a ku ji 100 maşînan pêk dihat, şandin baregehên xwe û hat ragihandin ku karwanên Amerîkayê, di deriyên sînorî yên El-Welîd ê di navbera Iraq û Suriyeyê de derbasî Hesekê bûne.
Hat zanîn ku maşînên zirxpoşî yên di karanan de bi helîkopteran ji asîmên tên parastin ku ew maşîn bi sotemeniya şil tanker û gelek maşînên cebilxaneyê barkirî ne.
Li gorî hat zanîn, Amerîkayê di navbera 6, 8, 22, 25 û 19 û 20ê Hezîranê jî alîkariyên berdest, ji bo baregehên xwe yên Rumeylan, Şeddadî û Tel Beyderê şandine.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin